Hevdîtina gênc û xwendekarên kurd ku ji alîyê HEVKAR-ê ( Komela Karkerên Kurdistanê li Hamburgê) li bajarê Gluckstadtê hatibû lidarxistin bidawî bû. Nîzê 50 genc û xwendekarên kurd ji Swêd, Norwêc, Danîmarka, Brîtanya û Almanyayê beşdarî hevdîtinê bûn hefteyek xweş û efektîf bi hev re derbas kir.
Netkurd.com
Hevdîtina di çarçoveya projeya Yekîtîya Ewrûpayê de pêk hat hefteyekê derfet da gencên kurd ku ew li ser prosesa întgerasyonê ya li welatên ew lê dijîn minaqeşe û behsa tecrube û serpêhatîyên xwe bikin.
Runiştinên roja sêyem bi axavtina serokê HEVKAR-ê M.Elî Yildirim dest pê kir.Yildirim di axavtina xwe de li ser giringîya cîhgirtina di prosesa întegrasyonê rawestîya û got divê em ji alîyekî de em norm û pîvanên civaka em tê de dijîn û li alîyê din jî nasname û zimanê xwe jibîr nekin. Piştî ku pedagog M.Şefîq ONCU li ser pêvajo, pirs û pirsgirêkên întegrasyonê li Almanyayê û sîsetema xwendegehên Almanyayê û herweha rewşa xwendekarên biyanî referaetk da, rê liber minaqeşeyan vebû. Grûbên beşdar jî him beşdarî minaqeşeyan bûn û him jî ji welatên ew lê dijîn,him ji tecrubeyên xwe yên şexsî û bi mînakan welat bi hev re miqayese kirin.
Roja pêncan ya hevdîtinê şandeyek amerîkî ku bi heman mebestê li Almanyayê bû tevî nûnera konsolosxaneya amerîkî ya Hamburgê Martîna Schulz û karmendên wezareta karê derva ya amerîkî beşdarî hevdîtina gencên kurd bû û wan jî li ser prosesa întegrasyonê li DYA-yê agahî dan û li gencên kurd gohdarî kirin. Şande di nava wan de melayek û ji kesên bi karê întegrasyonê dibilîyan û pirrayîya wan bi eslê xwe biyanî pêk dihat. Şandeya amerîkî dilxweşîya xwe bi elaqe û angajmana gencên kurd destnîşan kir û hêvîya xwe bi xwendina xwendekarên kurd li Amerîkayê diyar kir.
Dîsa di vê hefteyê de genc bi hev re li bajarê Hamburg û Berlînê gerîyan, li Hambûrgê şaredarî, li Berlînê Parlamento ziyaret kir, çalakîyên çandî hatin lidarxistin û li ser rewşa kurdên dervayî welêt jî minaqeşe hatin meşandin. Hejayî gotinê ye ku zimanê semîner û referatan û hemû runiştinan bi kurdî û îngilîzî bû û hate dîtin ku pirrayîya beşdaran herdu zimanan bi awayek serkevtî bikartînin.
Hunermend û derhênerê kurd Mahmud Cambay jî rojekê beşdarî hevdîtina ciwanan bû û di nava çend saetan bi ciwanan re şanoyek amade kir û pêşkêş kir.
Serokê HEVKAR-ê M.Elî Yildirim piştî bidawîbûna hevdîtinê ji bo me ev proje nirxand û dilxweşîya xwe destnîşan kir. Yildirim got; armanca me ev bu ku bi hevdîtinên weha ciwan û xwendekarên kurd yên li welatên cuda, cuda bînin gel hev, wan bi hev bidin nas kirin, derfetê bidin wan ku ew tecrubeyên xwe ragihînin hev û bi wasiteya referatan agahîyên rast ragihînin wan. Yildirim bi berdewamî got; Bi teybetî ez di karim bejîm Projekyek gelek baş bû û serkeftî derbas bû. Ez di karim dîsa bejîm bi we babetê belkî cara yêkemîn ê ku jî 5 welatên Yekîtîya Ewrupayê ciwanên me tên ba hev. Belkî cara ewulî bû nesîbê HEVKAR ê. Hemû grûb bi kehfxweşî belav bûn û daxwaz jî bona salên pêşîya me jî hat kirin. Ez wek berpirsê Projeyê û Serokê Hevkar-ê gelek kêfxweş bûm û ez di karim bêjim proje gîhate armanca xwe.
Wenêyan: http://www.netkurd.com/nuce_bixwine.asp?id=13799
Jêder: Netkurd.com
Bixwîne...
Friday, 24 October 2008
Hevdîtina gêncên kurd bidawî bû (FOTO)
Wednesday, 15 October 2008
Çima Rûdaw Holanda?
Ji bo bersiveke baş bo vê pirsê pêdivî ye em pêşî pirsa navborî bikin du pirs. Çima Rûdaw û bo çi Holanda?
***Bi rastî jî, çima Rûdaw?
Niha, Rûdaw serbixwe ye. Ev dihê wê wateyê ku Rûdaw serbest e. Ango stafa Rûdawê kare bi serekî azad bixebite, bê ku bestî be hesab bide kesên biryardar ên li jor wan. Bi raya ezbenî, bi vê boneyê jî tema xebatên rojnamegeriya azad bi awayî herî qenç dihê standin, encamên van xebatan jî dibin encamên herî serketî...(berdewamiyê bixwîne)
Sîdar Bengîn Epozdemir
Herwiha Rûdaw xwedî-ceribandin e jî. Ji sernivîskarî heta berpirsiyar yan nivîskarê/a dawîn 'têra xwe' ji karên rojnamegerî û rewşenbirî sûd wergirtine. Ziman zane. Rê û rêbaz zane. Vêca tevî ku xwedî-ceribandin e Rûdaw, netewî ye jî. Yek tişt bi dilê min gelek girîng e, ku ew jî nîşana yekbûna kurd û Kurdistanê ye. Mixabin ku bixwe hê baş nikarim tîpên erebî-kurdî bixwînim lê belê pir-pir zelal diyar dibe ji naverokê ku stafa Rûdawê jî li ser vê yekê hevbîr e.
Ev yek berî her tiştî bi bijartina stafê ya mijaran diyar dibe. Staf helbet bêhtir ceribandina xwe ya li ser başûrê heye, lê belê anîna rojevê ya mijarên cuda-cuda ji rojeva Amed, Mahabad û Qamişlokê jî wê nîşanê dide ku Rûdaw sînorên Kurdistanê red dike û nanase. Mijarên cihanê jî cih digirin. Herwisa bi nêrîna min divê Rûdaw -weke yekem rojnameya başûrî- jênager bimîne li ser wê xalê ku malper him bi zaravayê soranî, him bi kurmancî ye û di nav rojnameyê bixwe de jî nûçeyên kurmancî hene. Ev helwest helwesteke bêhempa ye di çapemeniya îroyîn de û nirxa Rûdawê bilindir dike.
***Baş e çima Holanda?
Holanda yek ji damezrênerên pêşiya Yekîtiya Ewropayê (YE) ye. Heta niho jî endam-dewleteke payebilind a vê giringtirîn dezgeha Ewropayê ye. Tevî axa wê ya kêm, gelheya wê ya hindik (16,5 milyon), bi hebûna xwe jî girgîn e di nav pevajoyên biryarstandina YE-yê de.
Holanda nasnameyeke xwe ya bêhnfireh (bi tolerans) û azad heye. Gotineke ku di barê Holandayê de pir dihê gotin: “Bêhnfirehtirîn dewleta cihanê ye”. Herwiha civaka wê -pirsgirêk hebin jî- pirçandî ye. Ji 175 zêdetir nasname hene li Holanda. Lê berbiçav nemaze mixribî (ereb), surînam (ji başûrê Amerîkayê), tirk û kurd hene li vî welatê piçuk lê bihêz.
Bi gotineke din eger li welatekî demokrasiyeke rasteqîn bûbe sedema bêhnfirehî, azadî, mafên mirovan û pevrejiyaneke aştiyane, mînaka cihanê ya herî balkêş dibe Holanda.
Ji bo vê jî pir hêsan e mirov holandiyan serwextî rewabûna doza me bike...
Pir hêsan e mirov bi holandiyan re rûne, taybetmendiyên baş ên civaka wan nîşan bide û -ji sedema nebûna demokrasiyê- pirs û pirsgirêkên kurd di warê wan taybetmendiyan de berhevdu deyne...
Pir hêsan e mirov holandiyan bide fêmkirin ku kurd ne terorîst, belkî mirovê herî aşitîxwaz e...
Pir hêsan e mirov dozeke mafdar ber çavê yekî/e dî mafdar nîşan bide, gava ku doz jixwe dozeke mafdar e...
Pir hêsan e mirov holandiyan bike hogir ji xwe re...
Pir hêsan e lê jê re xebat divê...
Ji ber vê yekê jî, Rûdaw Holanda dihê...
sidaro4@hotmail.com
Jêrenot: Malperek li malperên kurd ên heyî zêde bûye û wê ev malper bibe malpera navborî, wate beşa Holanda/holandî ya rojnameya Rûdawê: www.rudaw.nl . Rûdaw, ku di rojnameya xwe de bi soranî û kurmancî û di malpera xwe de jî bi heman zarave ligel zimanê ingilîzî beşa xwe heye, dixwaze bandora xwe ya bidestxistî ya erênî bi vê boneyê firehtir bike bi armanca lobbiya kurd li derveyî welêt...
Ji www.rudaw.net hat girtin...
Bixwîne...
Sunday, 5 October 2008
Thursday, 25 September 2008
TZP Kurdî: Em perwerdeheke girgîn dixwazin
Rûdawnêt Sîdar Bengîn Epozdemir, Îzmîr - Ji sala 2006an pê ve rêxistina kurd a bi navê 'Tevgera Ziman û Perwerdeya Kurdî' (TZP-Kurdî) li Tirkiyeyê ji bo paşeroja zimanê kurdî û bi vê xebatê ji bo parastina nasnameya kurdî dixebite û çalakiyan li dar dixe. "Em perwerdeya girgîn (aktîv) dixwazin, lê mixabin ku dewlet ji vê yekê ditirse," Xecê Şen, yek ji damezrênerên rexistina TZP-Kurdî dibêje.
(reporteke min ku berê de di rojnameya Rûdaw de bi soranî û di malpera Rûdaw de bi kurmancî hat weshandin)
Rûdaw.net
Berdewamiya nûçeyê...
TZP-Kurdî rexistinek e ku mamosteyên zimanê kurdî perwerde dike, semînar, komcivîn û çendek xwepêşandan jî li dar dixe ji bo parastina zimanê kurdî ku bi metirsiya windabûnê ve rûbirû ye li Tirkiyeyê û bakurê Kurdistanê.
Wane
Xecê Şen yek ji damezrênerên rêxistinê ye û herwiha waneyên (dersên) zimanê kurdî jî dide ciwanên kurd; "Wane didim keç û xortên 18, 19, 20, 21 salî û bitementir. Demek berî min di polê de ji wan pirsî; ka gelo dizanin ez çima wane didim wan. Li ser bêdengbûna şagirtan min ji wan re qala giringiya parastina ziman û hebûna me kir. Piştre baş têgihiştin ka kêşeya me çî ye. Tekîldariyeke germ nîşan didin, ku ev jî sedema dilcoşiyê ye." Zimanê rojane Şen pê dide û qala kêşe û astengiyên li himber zimanê kurdî dike. Bo nimûne metirsiyeke mezin ew e ku zimanê kurdî ne zimanê rojane ye li bakurê welat e. Lê ji aliyekî dî her ku diçe ji sedema xurtbûna hesta bindestiyê û şêwazên nû ji bo pêdakirinê kurdî dîsa hebûneke xwe heye. Lê Şen li ser vê yekê dibêje: "Zimanê rojane tirkî ye. Heta tirkî be dê bişaftin û xwebişaftin hebe û zêdetir tesîra xwe bike li ser zimanê kurdî. Û bi têkçûyîna zimanê kurdî, mayîna nasnameya kurdî jî di bin metirsiyeke mezin de ye" Şen careke dî dubare dike.
Evînî
Li ser rewşa xwe ya kesî, Şen dibêje ew di hesreta evîneke kurd û kurdane de ye û hestên xwe wiha tîne ziman: "Carek min bi siyasetmedarekî naskirî li ser vê yekê gengeşiyekê kir. Min jê re qala evîniyê kir û min got "nabe evîndarê min bi kurdî nezanibe". Piştî ku siyasetmedar gote min "karê te dijwar e, tu nikarî yekî wisa ku bi dilê te ye jî bibînî". Min lê bersivand ku nexwe ez dixwazim heta dawiya temena xwe bi tenê bim".
Paşeroj
Ji qisetên Xece Şenê diyar dibe ku TZP-Kurdî plan û bernameyên xwe yên hêvîdar heye: "Em dixwazin akademiyeke zimanê kurdî damezrînin li Amedê. Ji bo lêkolîna ziman û wêjeya (edebiyata) kurdî. Herwisa em dixwazin mamoste bigihînin da ku ew jî şagirtan fêrî kurdî bikin". Şen herwisa dibêje ku rêxistina wê niha amadeyiya çalakiyeke mangirtina (greva) xwendekarên kurdên li dibistanên tirk dike. "Hefteya pêşîn a sala nû ya perwerdeyî, em ê zarokên xwe neşînin dibistanan. Hefteya duwem jî em ê li bajarên cuda-cuda xwepêşandan li dar bixin. "Reng e van xwepêşandanan dîsa tekîldariyeke mezin ji aliye gelê kurd bîbinin herweku di yekem xwepêşandana ji bo zimanê kurdî a di meha 6an a borî jî girseyek mezin bi beşdariya xwe piştgirî nîşan dabû.
Bixwîne...
Tuesday, 23 September 2008
Nazdar: bo watkird bo?
RûdawNêt Hewlêr - Le çend rojî rabirdû (çend roj berê) klîpî 'Ey bo watkird bo' (Ey te çima wiha kir çima?) le kenale asmaniyekanî (li qenalên ezmaniyan) kurdî pexşkira (hat pexşkirin) ke kiçe goranîbêjî (stranbêj) bakûrî kurdistan Nazdar legel goranîbêj Goran Saleh pêkewe (pêkve, pevre) gutuwiyane (gotin).
Lew klîpe da (Di wê klîbê de) Nazdar le ezmûnêkî nuwê da goraniyekey be soranîu be hawbeşî (hevbeşiya) legel goranîbêjî gencî hewlêrî Goran Saleh gutuwe (gotiye).
Le nawerastî mangî (meha) 8, Nazdar yekemînû nuwêtirîn (nûtirîn) elbûmî xoy (albûma xwe) be nêwî (bi navê) 'Hey dunyayê' le Kurdistan û derewey (derveya) Kurdistan bilawkirdewe (belav kir) ke lelayen (ku ji aliyê) kompaniyay hunerî Çwarçrawe çapû bilawkirayewe (hat çap û belavkirin).
Rûdaw.net
Bixwîne...
Friday, 19 September 2008
Şivan distirê: Xewna min...
Bila herkes heta sibê bêje "tema dengê Şivan nemaye", bila heta sibê hezar xeletiyên wî bihejmêrin, ji bo min qet watedar nîn e, nayê wateyek. Ez ji niha ve bi heyecan im ku ez ê sibê êvarê li bajarê xwe, Maastricht, qasî se'etek dilê xwe rehet bikim bi deng û awazên mestirîn hunermendê me, Şivan Perwer...
Bila her bijî mamoste Şivan...
Yek ji xweştirîn stranên Şivan Perwer bi we re pay dikim..
Sîdar
Bixwîne...
Thursday, 18 September 2008
Di festîvala Lawê Salê de, baştirîn law dihê xelatkirin
Rûdawnet - Hewlêr Di festîvala Lawê Salê ê salê de, Wezareta Werziş û Lawan ya Hikumeta Kurdistanê, xelatê dide baştirîn lawê salê.
Ji bo duwemîn sal, Wezareta Spor û Lawan a Hikumeta Kurdistanê mezintirîn festîval a “Lawê Sal” ê li êvariya roja 23/12/08 û di ahengeke cemawerî de, sazdike û kesên serkeftî jî xelat dike.
Rûdaw.net
Xelatê lawê salê van warên jêrî bi xweve digire;
1- Xwediyê pêdawistiyê taybet.
2- Edeb “Hozan, çîrok û roman”.
3- Hunera mûzîk û stranê.
4- Hunera şêwekarî bi hemû şêweyên xweve digel dizaynê.
5- Hunera sînema, drama û ekterî.
6- Dahênana zanistî.
Merc û pêvanên beşdarbûyan bi vê şêweyê ye;
1- Kesê navzed kirî, kurdistanê be, çi li nava herêmê be yan li derve.
2- Kesê navzed kirî, di warê xwe de xwedî nexş û berhemê nayab be.
3- Temenê kesê navzedkirî di navbera 14- 30 saliyê da be.
4- Zanyariyên temam û bi dukomênt li ser kesê navzedkirî amadebin.
5- Aliyekê bawerpêkirî berhema wî bi dukomêntt nirxandibe.
6- Berhema desnîşankirî di ti derfetên din de nehatibe xelatkirin.
7- Navê temam, edres û jimareya telefona kesê navzed kirî aşkira be.
8- Di her warekî de, kesek dihê xelatkirin.
9- Diyarkirina dîwana wezaret û ferhengxaneyên wezaretê û rêveberiyên werziş û lawan li sercem bajar û bajarokên kurdistanê û malpera wezaretê û e-maila contact@mosy-krg.org . tikaye li serdêra e-mailê binivise xelatê lawê salê ji bo peywendîkirinê ye.
10- Roja dawiyê ji bo peywendîkirinê 30/11/2008.
Bixwîne...
Wednesday, 17 September 2008
Tuesday, 16 September 2008
Alî Merdan - Ay Çendim Xoş Ewê
Ji deng û awazên hunermendê nemir Alî Merdan, straneke evîndarî...
Gotinên stranê him bi tîpên latînî, him jî bi tîpên erebî di klîbê de cîh digirin. Sipasiyeke taybet ji bo 'Smmko'yê li ser Youtube ku çendîn stranên hunermendên kurd ên mezin tomar kiriye û ligel gotinên stranan bi cîh kiriye ser netê... Klîbên dî dikarin bi riya vê adresê bên dîtin: http://nl.youtube.com/user/Smmko
Bixwîne...
Sunday, 14 September 2008
Ji Sîdar: Werin xizmeta bloga kurdî bikin...
Malpereke nûçegihan ne, pir in. Malpereke siyasî? No, ji wan jî me gelek hene, belkî jî zêde. Malpereke rêxistinî? Nexêr, ew jî na.
Bi raya xwendevanan, bi raya ezbenî, bi raya herkesî ku dizanim kes dema wî tune ye ku malpereke dî ku seredana wê qet neke li favoriyên xwe zêde ke. Bi raya herkesî ku min jê agahî standine, baştirîn tişt ew e Çakbînî.com bibe weblogeke baş a ciwanan.
Pêwîst e naverok diyar, armanc xuyayî be. Herwiha xwenasînek hebe baş e. Ez bi xwe, bi barê ku vêga di stûyê min de ye, nikarim di van mehên pêş de portaleke mezin a ji bo ciwanan pêk bînim. Ji vê re dem divê, destjêberdana hin projeyên min ên mayî ku ew jî kevirok in di dîwara xizmeta kurdan de divê. Ez nikarim vêga wî bikim.
Çakbînî.com li gor hêza xwe serkeftî bû û serkeftî ye. Beşa soranî-kurmancî tekildariyeke baş dibîne, klîb gelek tên temaşekirin û bi giştî tekildariyeke mezin ji fikir û ramanên ciwanan re tê nîşandan.
Guman li ser tunebe wê Çakbînî serkeftî bimîne jî. Lê bila malpera Çakbînî karên xwe bidomîne wek 'weblog'ek. Tiştê herî di cîh de, tiştê herî baş ew e.
Lewre blogên bi zimanê kurdî kêm in. Hebin jî (Çakbînî tê de) tijî ne bi nivîsarên ku di malperên asayî de jî derdikevin.
Divê ciyawaziyek hebe.
Çakbînî bila be 'Rojnivîska Serxet a Ciwanên Kurd'. Bila jiyana rojane ya ciwanên kurd ên çar aliyên cîhanê bîne ziman. Bila cîh bide mijarên ku hêj bi zimanê kurdî ser nehatiye nivîsandin. Bila kêşe û kêfxweşiyên ciwanan nîşan bide. Bila bila bila!
Şêweya ku ez dibêjim şêweya ku min pê nivîsarên xwe yên dawî nivîsandine ye. Mebesta min li vir, nivîsarên ku bi peyvên 'Ji Sîdar' dest pê dikin.
Hêviya min ew e çend ji nivîskarên xwe qayîl bikim bi wê yekê ku ji niha pê de nivîsarên taybet ji Çakbînî re binivisînin û vê yekê bi şêweya 'blogê' bikin...
Ciwan paşeroj e paşeroj geş e!!!
Sîdar Bengîn Epozdemir
Sernivîskarê Çakbînî.com
Bixwîne...
Saturday, 13 September 2008
Kasara kurd bû cîhanî
Sînemekara cîhanî a biyat Kurd, Emîre Kasar, li festîvala sînemaya Vînîsiya ya Îtalaiya bala wênegiran kişand, dema ew bi xwe û tîmê fîlmê wan yê nû (Ev şeve) gihşte festîvalê ku yeke ji wan fîlmên hilbijartî ji bo wergirtina xelata şêrî zêrîn ê festîvalê.
Emîre Kasar ekterek a binyat kurde, rûniştvana welatê Brîtaniyaye. Li 1/7/1971 ji bavekî Kurd û dayikeke Rûs ji dayik bûye. Emîre li Brîtaniya û Êrlende mezin bûye. Destpêkê weku nîşandana cilûbergan ji aliyê wênegir Hêlmot Nîwtin dahênanên wê hatine aşkrakirin. Emîre Kasar beşdarî li zêdetir ji 30 fîlman de kiriye û di bêtiriya wan de rola serekî lîztiye, ta niha çend xelat bi dest xwe ve înane.
Rûdaw.net
Bixwîne...
Friday, 5 September 2008
Barîna Helbestê
Di royên tengezariya germa havînê de,
Di wextên sev kurt, roj dirêjtir de
Di ezmanên bi bêhna binefsan de,
Sînga te bû nîsangeha min,
Û min jî pênûs lê çikand.
Ferzan Şêr
(ji bo berdewamiya helbestê, bitikîne...)
Me tengezarî kire sahî,
Me sev kurttir, roj dirêjtir,
Û binefs zêdetir,
Xewn sîrîntir kirin.
Her ku tu bi dilê min ve hatî,
Her ku te destê min mizda,
Û da ber berpala sînga xwe,
Ez bûm helbest
Û li te bariyam.
Ferzan Şêr
Bixwîne...
Tuesday, 2 September 2008
Monday, 1 September 2008
Dengî gîtar daway dillî jinan e
Korsî fêrbûnî gîtar ke 3 sale le layen Nawendî Fêrbûnî Roşinbîrî û Hunerî ser be şarewanî Erxenî bakûrî Kurdistan berêwedeçê, le layen jinanewe begermî pêşwazî lê kira.
L'ew 160 kesey le mawey (di demeke) 3 sallî rabirdû beşdariyan l'em korse da kirduwe 105iyan jin in. Rûken Demîr ke yekêk e le (yek e ji) serperiştiyaranî korseke raygeyand ew amêrey (amûr) ziyatir le hemû amêrekanî dîke gencan arezuwî lê deken, amêrî gîtare "ew denganey le têlî gîtar derdekewin guzarşt le daxwaziyekanî jinan deken".
Rûdaw.net
Rûken amajey b'ewe da ke behoy "koneperestî komelayetî" jinan l'ew pêşkewtinane bêagan û behoy asankariyekanî şarewanî le koy 160 kes 105 jin b'ew hunerewe xerîk (gîro) in. Demîr amajey b'eweş da ke le beramber (li himber) "tûwandinewey neteweyî da pêwîst e le hemû layenekanî jiyan da dengî xoman berz bikeynewe", gutîşî (herwiha got) "min 3 sale dême ew şuwêne, jinan zor begermî pêşwazî le kare huneriyekan deken, eger pêwdange feodaliyekan nemênin, ewa daxwaziyekan ziyatir (bêhtir) debin".
Sereray ewey rîgey piyawan ziyatir kirawetir (vekirîtir) e, ke çî rêjey ew jinaney rûdekene fêrbûnî mosîqa le piyawan ziyatir e. Zor l'ew kiçaney l'em korsane beşdariyan kirduwe, be zehmetiyekî zor xêzanekaniyan razîkirduwe rîgeyan pê biden beşdarî biken. Demîr basî l'eweş kird ke jinan bo fêrbûnî gîtar amadeyiyekî zor nîşan deden û êsta tîpêkî pîşegeriyan damezranduwe.
Bixwîne...
Sunday, 31 August 2008
Kurd PR-ê nizanin...
Dema ku dibêjim PR, qesta min 'Public Relations', ango bi kurdî -ger şaş nebim- 'Peyvendiyên Gelemperî'. Baş e çî ye PR?
Ezbenî bestî be rastiyê bêje ne tenê têgehek e, belku hunerek e jî!
(...)
Ji bo berdewamiya nivîsarê, bitikînin...
Sîdar Bengîn Epozdemir
Bitikîne
Bixwîne...
Thursday, 28 August 2008
Ji Sîdar: Dawî lî gera min tê, lê Çakbînî dîsa dest pê dike...
Niho li Îzmîrê me û sibê vedigerim mala xwe. Bi gotineke din ji sibê pê ve jiyana min a rojane dîsa dest pê dike: kar, xwendin, nivîsandin. Herwisa nûkirina webloga Çakbîniyê jî!
Ku qala şûnên ku min dîtine bikim belkî nivîsarek têrê neke! Ji ber wê yekê pêşî dixwazim wêneyan belav bikim. Dû re ez karim hin ceribandin û serpêhatiyên xwe bi xwendevanên hêja re pay bikim...
Ev dem, hemû dema we xweş, geş û çakbîn...
Fermo ligel wêneyên gera min a li Tirkiyeyê û Kurdistanê (başûr Û bakur)...Bitikînin...
Sîdar Bengîn Epozdemir








Bixwîne...
Monday, 11 August 2008
Ji Sîdar: Atîna germ e, xweş e... [WÊNE]
Li Atîna me, paytextê Yewnanîstanê. Îro çûm serdana Akropolîsê bikim. Bû minasebet ku ez gelek wêneyên xweşik bikêşînim. Di bin ve nivîsara xwe de ez wan dîmenan belav dikim ji xwendevanên hêja re.
Li Atîna ez îro pê hesîyam ku rûye min dişibe yewnaniyan.
Piştî ku çend car hin yewnan silava xwe bi zimanê xwe dan min, min got gelo eger ez îro hemû roj ji hemû kesên ku rastî min dibin re bêdeng bim gelo dê çend kes dîsa bi yewnanî dest bi axaftinê bikin bi min re. Mecbûr bim rastiye bêjim hema bêje hemû yewnanî gotin qe ez jî ji wan im. :-)
Ne xem e. Piştî min got ez kurd im, xwe dixistin bin ax û xwelî ji min re. Bawer bikin hinek ji dijayetiya tirkan bûn.
Ji bilî vê balkêşiyê tiştekî din pir seyr bû. Monûmenta Akropolîs insanên ji çar aliyên cîhanê dikêşiya xwe. Bi guhê min çend ziman ketin, ingilîzî, ingilîziya emirîkiyan, fransizî, ispanyolî, îtalî, zimanekî slavî (ku ez wan zimanan nikarim qenc jev cuda kim) û holandî. Bi rastî jî Akropolîs hêjayî dîtinê bû. Herçiqas kêfa min zêde neyê ji temaşekirina avahiyên kevnare, dîsa jî bi çuyîna xwe kêfxweş bûm.
Ha, tiştekî din jî hebû, min îro ala rengîn dît li balafirgeha Dusseldorfê. Di logoya şirketeke seferî ya kurd de hebû û li ber nivîsgeha vê şirketê aliqandî bû.
Li heman balafirgehê min tabelayeke hêşyariyê dît, ser de bi tirkî ´Dikkat´ hatibû nivîsandin. Wek hûn dizanin ji 3 mîlyon zêdetir tirk hene li Almanya û heçku welatê wan nîn e li balafirgehan bi zimanê xwe tên hêşyarkirin. Gelo em ê kengê lêdaneke tam kurdane bixwin? Haja we jê ye? Nabêjim perwerde jî, hema bila lêdan be, bi kurdî dijûn bêne avêtin pêşveçunek e!!!!
Ala rengîn jî tabelaya 'Dîkkatê' jî belav dikim...
Sibê derbasî Lesvos dibim, ji wê jî îdî berê xwe didim Tirkiyeyê. Diçim havîngeha bi navê Dîkîliyê.
Heta blogeke din bimînin di xêr û xweşiyê de.
Fermo ligel wêneyên ku min îro kişandine...Bitikînin...
Sîdar Bengîn Epozdemir







Bixwîne...
Sunday, 10 August 2008
Ji Sîdar: Min daye rê, ez diçim bigerim...
Min daye rê îdî, bes e. Piştî ku heval, hogir, nas û hezkirî ez ji hesûdan teqandim min jî berê xwe daye rê û di vê meha pêş me de ez ê ji xwe re bigerim.
Aachena ku ez niha li wê me tê de, ez ê biçim Atîna Yewnanîstan, Dîkîlî, Îzmîra Tirkiyeyê û bajarên kurda weke Diyarbekirê, Zaxok, Hewlêr û Silêmaniyê. Belê, îsal diçim başûrê welat jî.
Sedema çûyîna min -bi taybetî ya ji bo başûrê Kurdistanê- beşek ji bo gerê, beşeke girîng jî ji ber karên rojnamegeriyê ye. Me ligel çend hevalan biryar daye ku em ji meha 10an pê ve rojnameyeke kurd a profesyonel û serxet ava bikin û bi rê ve bibin. Ji bo vê min çend hevdîtin plan kirine, ez ê çend hevpeyivînan jî çêkim bi kurdên cûrbicûr. Dema dibêjim cûrbicûr, wate ew e ku ferq nake rewşenbîr bin, nivîskar bin, yan karmend bin, bêkar bin...
Ji bo berdewamiya nivîsarê pêl kin...
Me divê çîroka rojane ya kurdan bi holandiyan bidin fêmkirin. Me divê ewan me baş fêm bikin da ku bibin layengirên kurda.
Ji bo vî jî eger xwendevanên me hebin li Tirkiyeyê, li bakur an başûrê Kurdistanê, ku divên çîroka xwe pay bikin bi holandî wate ewropiyan re, bila bi me re peyvendî danin: cakbini@gmail.com .
Wekî dinê, min niyet e ez bi taybetî li ser gera xwe ya Kurdistanê tiştine binivîsim û ku ji destê min hat divêm van nivîsan bi wêne û dîmen bixemilînim.
Lê anha hêj diyar nîn e bê derfet dê çi bin.
Heta blogeke dî, ligel vê strana xweşik a Koma Kamkaran bimînin di xêr û xweşiyê de...
Sîdar Bengîn Epozdemir
Bixwîne...
Thursday, 7 August 2008
Lobiyekî Kurdistandost le Ewrupa
Zor kes basî giringî hebûnî lobiyekî Kurdistandost le Ewrupa da dekat. Ezîş l'ewe da legel ew zor kesane da hawram, çunke rastî ewey ke zorbey ew biriyare giringe siyasiyaney le wilatanî ewrupî da dedrên, derencamî ew guşaranen ke lobiyekan deyxene ser biriyarderekan, pêwîstî be lêkolînewey qûl bo lêtîgeyştinî niye. Belam têgeyştin l'ewey ke çon çonî lobiyek drust debêû duwatirêş ew hemû karîgeriyey leser hikumet u perlemanekan debê, basêke ke pêwîstî be têraman e.
Hêmin Ebdulla
Ji bo berdewamiya nivîsarê, pêl kin...
Lobiyekan zortir le encamî pêwîstîhebûnî girupêk bo parastinî berjewendiyekanî wilatêk, gelêk, kompaniyaiyek, partêk yan hendêk car yaneyekî werzişîsazdekirên. Karî ew lobiyaneş guşarixstinêkî dîplomatîk û zor car dîmokirasîyane ye bo ser nêwendekanî biriyar ta ew biriyaraney ke deyden le berjewendî ew girupane da bin ke lobiyekan kariyan bo deken. Belam guşarsazkirdinîş karêkî asan niye, çunke zorcar hendê biriyarderî uriya û aza naçine jêr barî guşarekanewe. Boye lobî naçar in ke teniya pişt b'ew endamaneyan nebestin ke xoyan xizandote şuwêne hestiyarekanî nizîk le biriyarderekanewe. Belku le rêyî mêdiya û pêwendiye cemaweriyekanîşewe (Public Relations)kar le ray giştî biken, ke be bê ewey xoşiyan pêyî bizanin, bibin be hêzî guşar û beşêkîlobiyeke!
Le Ewrupa zor kompaniyay taybetî şîretkarî hen ke rêga b'ew girupane nîşandeden ke le hewlî sazkirdinî lobî dan. Ew kompaniyayane ke nadewletîn, ezmun û pisporêtî defroşin û eger zanîşiyan kiriyarêkî çakît xoşiyan lobîstî çakit bo debîninewe. Lobîstekanîş kariyan sazkirdinî lobî u dozînewey endamî nuwêdebêt.
Min agam l'ew hewlane ye ke le Emrîka bo sazkirdinî lobiyekî hawşêwe bo Kurdistandostekan dedrêt, lê le ewrupa nembîstuwe ke hîç hewlêkî wa hebêt. Belam eger hat û rojêk le rojan Hikumetî Kurdistan yan her girup û partêkî wilatdost, bîrokeyekî uway kirde amanc û penay weber ew kompaniya şîretkarane bird, ba bîrî neçêt ke ew rastîaney xwareweyan sebaret be kurdanî ewrupa pêbilêt:
- Revendî kurdî le Ewrupa le ruwî jimarewe revendêkî çikole niye. Bo nimûne le elmaniya nizîkey milyonêk kurd dejîn. Le wilatanî dîkey ewrupîş herçende hêndey elmaniya kurd zor nîn, belam gelek kemtirîş nîn.
- Kurde ewrupiyekan hewldeden ke nasnamekeyan biparêzin û hendêcar karêkîş bo nasandinî dozekeyan biken. Bo nimûne suwêdinşînekaniyan twanîuiyane dewlet razîbiken ke piştîwaniyekî şiyawî bas le birewdan be kulturekeyan bikat. Le wilatanî dîkeş be sûdwergirtin lew yasayaney ke bo parastinî mafî kemînekan hen, kor û komelî kurdî, be hawkarî darayî ew dewletane dademezrên. Ew kor û komelaney ke eger rûdawêkî giring ruwîda, endamekaniyan ko dekenewe û leser şeqame nazdarekanî ewrupa da bedem rêpêwanewe hutafî dûbare buwewe dekêşin!
- Kurde ewrupiyekan parastinî ziman û ferhengî xoyan zor be l'awe giring e. Boyeş zoriyan pêyiyan çaktir e ke hemîşe, sereray nakokî ye zor û zebendekaniyan, be yektiriyewe serqal bin û rû l'ew diniyay dereweye neken ke reng e ewey ataturk neytwanî be tund û tîjî lêyiyan bistênê, ewan be dostayetî lêyiyan birfênin! Herboyeşeger beşêkî zoriyan paş salanêkî dûr û dirêj dû ristey rewan be zimanî wilatî duwemiyan nazanin û bo raperandinî karêkî sadeş kun be kun be duway wergêr û dostî zimanzan da degerên, nabê pêtan seyr bê!
- Turkekanî Ewrupa ke rikaberî serekî kurdan in l'ew şere dîplomasiye ayindeyiye da, roj be roj lobiyekaniyan behêztir deken. Ewan be helbijardinî dêmokirasiyane, endamekaniyan degeyenine perleman û deyanken be dengî karîger. Le mêdiyakanda nivîskarekaniyan debine sernûserî rojnaman û goşenûsî çak. Fîlm u mozîkiyan seyrîdekirê û qise û basî leser dekirê. Le beramberîşda kurdekan ke teniya le rêpêwankirdinda azan, ke rêpêwanêk sazbiken, girupêkiyan deçin û ewî dîke baykotî dekat. Ke ahengiyan kirdin zû zû deyken be şere çeqo û egerîş wîstiyan binûsin, ewe yan le Paltalk yanîş le malperêk da kat û uzey zêrîniyan be hêrîşkirdine ser yekdî be fîro deden!
- Kurdekanî Ewrupa, be hoy dûreperêziyanewe le civakî ewrupî ta iêstaş neyantwanîwe ew wêneyey ke debuwaye sebaret be dozekeyan le zeynî Ewrupiyan da biçespê bîxulqênin. zorbey ewrupî ke bîr le Kurdistan dekenewe, yan nawî pekekey le dewlet yaxîbuwiyan! Yan dête zeyn, yanîş delên: ewane daway dewletî xoyan deken u nayandenê.
Belam ke bîriyan bo nimûne be lay Rwanda da bçêt, ewe girte be girtey fîlmî 'Hotêl Rwanda'yan dête pêşçaw ke ektere rwandayiyekey nawî serincî hemû diniyaî be lay wilatekeyda rakêşa.
Zor be kurtî: eger xwastêkî rast hebêt, sazkirdinî lobî karêkniye ke nekirê. Belam amadekarî zor û pişûdrêjiyekî çakî dewêt.
Hêmin Ebdulla
Ev nivîsar berê di hejmareke kovara Rûdaw de derçûbû.
Bixwîne...
Monday, 4 August 2008
Ji awazên hunermenda dengxweş Sosin: Rêka min dûr e...
Çakbînî îro klîba hunermenda dengxweş û ciwan Sosin a bi navê 'Rêka min dûr e' pêşkêşî xwendevanên hêja dike.
Ji bo xwendevanên ji welatên ku Youtube lê hatiye qedexekirin, em lînka imeem.com jî datînin...
Fermo, hûn û derd û kulên hunermend Sosin...
Bixwîne...
Sunday, 3 August 2008
Ji Sîdar: Nivîsara min a yekem, 'Adar'
Îro dema ku min înboksa e-maila xwe piçek sererast dikir ez rastî yekem kuncnivîsara xwe bûm ku di dema xwe de di malpera Netkurdê de derketibû. Nivîsar li ser meha Adarê ye. Eger dirust bim nivîsar piçek jî kesî ye, lê xem nîn e. Ji bo min pir balkêş bû ez yekem nivîsara xwe berhev daynim bi nivîsarên ku ez van rojan di netê de bi xwendevanan re pay dikim.
Sedem giringiyê ez li vir nivîsarê bi hemû şaşîtiyên yên xwe di warê rêzimanî û rastnivîsî de belav dikim...
Bi hêviya ku bibe sedema pênûshilgirtina çendîn gencên dî ku xwe tevlî civaka zimanheziyê bikin...
Sîdar Bengîn Epozdemir
Adar
Adar e. Mehêk e ku ne kêfa min jê re tê, ne jî nayê. Wek şexs, ji alîyêk ve ez xem dikim ji bo bapîrê xwe, yê ku di roja 12mîn a vî mehê çû ser dilovanîya xwe, lê ji alîyêk ve jî, ez rojbîna xwarzîya xwe yê ku di eyni rojê ji dayîk bûye, pîroz dikim. Wek Kurdêk, ez Newroz pîroz dikim, lê melheza sedan zarok dikim ku nikarin cejna Kurdan pîroz bikin.
Ji bo berdewamiya nivîsarê pêl li vir bike...
Adar e û, befir dibare! Dema diçim male, di otobusê da ez temaşe derve dikim dema ku em disekinin ber ronahîya trafîkê. Inca ez dibînim ku tişt çawan spî bûne. Dar, ban, çîmen. Dêyêk keça xwe di berfê da kaş dike. Zarok ji şahîyan nizane çi bike. Tam di vî deqqê da, mp3 ya min strana Şivan li ser Helepçe pêşkêş dike ku ez guh bidim. Û ez melheze sedan zarok dikim ku nikarin tema jîyanê derxînin.
Adar e û, adar mehêk e ku me Kurdan tîne ba hev. Em bi hev ra Helepçe bi bîr tînin, berîya ku em bixêrhatin didin e salêkê nûh. Di vî sala nuh da, ez bawer dikim pevajoyên gelek girîng di pêş de hene ji bo Kurdan.
Adar e û, ez ji xwe pirs dikim, çi kêm e di jîyana min da? Piştê ku min nota Şivan a dawî seh kir, mp3 ya xwe digirim,. Û pê ra bersiv distînim. Li pişt min, keçkêkê Çînî bi zimanê xwe bi hevala xwe ra dipeyve. Temaşe nava otobusê dikim. Nasyonalîteyên cuda hene. Çave min li jinkêkê bi emir dikeve, û ez ji xwe pirs dikim, dibe ku ew jî Kurd e? Çiqas rengê dapîra min dide.
Adar e, û ew tiştê ku tune di jîyana min, cîyêkê azad e ku ez bikarbim Kurd bim. Ciyêk ku ez bikarbim têde bi Kurdî bipeyvim, govend bigirim, binîvsînim, helbestan çêkim, stranan bêjim, bigirîm û bikenim. Di welatê ku ez têde dijîm (Holanda) van azadîyen min hene. Lê ez dizanim ku ez van azadîyan zêde bikar naynim. Ji ber ku domedarê min tijî nasyonalîteyên bîyanî ye di nav welatêk ku esas welatê min nine.
Dema ku ez digihêjim malê ez şa me ku dê û bavê min li wir in. Bi kurdî silav didim wan û em ser masê rûtinin. Piştê xwarinê ez bi baz diçim jor, ku ez fekrime nuçeyên dawî li ser Kurd û Kurdistan. Li sîteya Rizgari.org rastê nivîsa Hatice Yaşar dibim. Gotina wî ya dawî min zehf tesîr dike.
Yaşar dibê: “Pewîst e her Kurdêk tenê yek slogan bikarbîne. Ez Sevra xwe dixwazim!
Inca ez hîn dibim ku çi kêm e û ez çi divêm di jîyana xwe da.
Ez Sevra xwe dixwazim. Ez Kurdistana xwe dixwazim!
Sîdar Bengîn Epozdemîr
sidaro4@hotmail.com
Bixwîne...
Saturday, 2 August 2008
HSV Hamburg nirxî van der Vaart be 13 milyon diyar dekat
Yaney (koma, taqima) Hamburgî elman amade ye estêre (stêrê) holendiyeke bidate yaney Real Madrîdî Îspanya.
Duway (Piştî) ewey le yekem hêngaw (gav) da îdarey yaney Hamburgî elmanî dawakariyeke yaney Real Madrîdî Îspanya retkirdewe (rêd kiribû), ke (ku) bo kirîn van der Vaart yarîzanî (lîstbazê) holandî pêşkêş kirdibû, berpirsan ew yaneye biryarî xoyan (ya xwe) gorî (guhert) û êsta (niha) amaden (amade ne) ew yarîzane bidene Real Madrîd.
Rûdaw
Ji bo berdewamiya nûçeyê pêl li vir bike...
Rojnamey 'Bild'î elmanî leser zarî berpirsanî Hamburg rageyand ke amaden beramber (himber) 13 mîlyon Euro dest le (ji) van der Vaart helgirin (berdin), bepê (bi ya) ew rojnameye Hamburg be kêmtir l'ew nirxe amade niye hîç wûtûwêjêk (gotûbêjek) legell îdarey Real Madrîd bikat.
Van der Vaart (25) bepê bondêk (peymanek) ta sal 2010 yarîzanî Hamburgî elmanî ye.
Rûdaw
Bixwîne...
Friday, 1 August 2008
Thursday, 31 July 2008
Ciwanên kurd û Özz Nûjen
Me got ku çima nivîskarên jin kêm in, her hinekan ji xwe re li tembûrekê xist; şaş fahm kirin, -çi bi nivîskî û çi jî bi devikî- bi tekirmeyan hatin me. Him mêr û him jî jinan berê tîrên xwe dan me û li ser destî berdanê. Em çi bikin? Me jî got ku berdinê bavê mino, berdê… Hestiyê zimên tune ye.
Lê xweş bide dewsa guleyan, xweş nabe dewsa gotinan…
Baş e, em bibêjin ku em pêşiyê li jinan digrin da ew bi pêş de nekevin û di civatê de nebin xwedî şexsiyeteke xurt, le ciwanên kurd? Kê rê li ber wan girtiye ku ew daxilî cîhana nivîsê nabin? Heger hûn bala xwe bidin rojname û kovarên kurdî, heger hûn bala xwe bidin roman û çîroka kurdî, hûn ê bibînin bê çend xort bi vê meseleyê re eleqeder dibin.
Enwer Karahan
(ji bo berdewamiya nivîsarê, pêl bikin)
Di vî warî de kanbaxiya herî mezin jî li Ewrûpayê û nemaze jî li Swêdê heye. Her çi qasî li Swêdê ziman û edebiyata kurdî bi pêş de ketiye û gelek nivîskar û navdar derxistiye jî gava ku em îroj li vê rastiyê dinêrin, ew di derûdoreke teng de û di himêza çend kesan de maye. Ez îstisnayan nizanim lê mirov nikare çar xortên kurd li Swêdê bibîne ku ew bi nivîs û edebiyata kurdî re eleqedar dibin. Ez bawer nakim ku ew bi kurdî jî dixwînin. Yanî ew hesasiyeta ku li hemberî axaftina kurdî tê nîşandayin, ji sedî pencê wê ji bona nivîsîna kurdî nayê nîşandayin.
Bi baweriya min ev meseleyeke cidî û civakî ye ku divê ji hêla ilmî ve li ser wê bête sekinîn, lê rastiyek heye ku tu kurdekî/ê rê li ber xortên xwe negirtiye ku ew bi nivîsa kurdî ve danekeve; bileksê wê ye ku gelek kes mihawele dikin da ciwanên kurd daxilî jiyana nivîsîna kurdî bibin. Alîkariya wan tê kirin ku ew di vî warî de bi cesret bin û ew teşwîq bibin.
Ev nayê wê maneyê ku ciwanên kurd ji heqê vî karî dernakevin, lê ew ji xwe re nakin kar û zorê nadin xwe. Ew bi rêya herî hêsan, yanî bi rêya zimanê civata ku ew lê dijîn tevdigerin û hin ji wan bi wî zimanî dinivîsin jî.
Di meselya nivîsîna kurdî de Özz Nûjen nimûneyeke hêja ye ku xortên kurd ji xwe re wî bikin rêber. Teva ku ew di cîhana kultur û hunerî ya Swêdê de xwedî cîhekî gelekî baş e jî ji demekê û vir de ye ku ew bi kurdî maqaleyan dinivîse û li gora qaweta xwe dixwaze ev ziman bibe zimanê wî yê ragîhandina fikrî. Ew bi vê helwêsta xwe tesîreke gelekî pozîtîf li ser xortên kurd dike ku ew li şêrîniya zimanê xwe hay bibin.
Di van salên dawiyê de ciwanên kurd di civata Swêdê de –nemaze jî di seheya kultur, huner û masmediyayê de- roleke gelekî baş dilîzin û ew xwedî tesîreke baş in. Mirov kîjan kanala radiyo yan jî televîzyonê vedike, miheqeq li kurdekî/ê rast tê. Ev yeka hanê bi qandî rehma Xwedayî kêfa mirovî tîne, loma jî îmajeke kurdan ya baş bi saya serê xortên me çêbûye. Em di vî warî de ji wan razî û bi wan serbilind in, lê em piçekî jî ji wan digazinin ku ew mîna Özz Nûjenî bi xurtî li zimanê xwe bixwedî dernakevin.
Him di meseleya jinan de û him jî di ya ciwanan de, divê kesên xwedî tecrube ji wan re bibin alîkar ku ew li ber barê vî zimanî rabin. Heger xort û jin bi awayekî aktîfî piyên xwe nedin ber vî barî, em ê di bin de bitewin. Em ê têk neçin lê zahmet e ku em bi awayekî xurtî vî zimanî dewrî qirnên li dû xwe bikin. Loma jî pêwîstiya me bi çend xortên din yên nola Özz Nûjenî heye ku ew qelemên xwe bilind bikin û bêjin, “Em li vir in!”.
Sibat, 2006
Enwer Karahan
Ev nivîsar berî du sal hatibû weşandin di netê de. Bersiveke bo bersiva nivîsareke dî ya birêz Karahan bû: binêr nivîsara Aryan Akrayî.. Ji ber giringiya wê û bi destûra nivîskar Karahan, em îro dîsa belav dikin.
Bixwîne...
Wednesday, 30 July 2008
Ji Sîdar: Polonyayî ji Şehrîbana Kurdî hez dikin: xeber bidinêê!! [VIDYO]
Biratî ne, mirov biratî bi birayên xwe yên rasteqîn dike, wate: ez bira me bi hewlêriyek, mahabadiyek, efrîniyek û hwd. hwd.
Lê hevaltî gelek bi dilê min e! Min divê hevaltî bikim bi kesên rengûreng, bi xwediyên çandên cuda-cuda. Herwisa ez hevaltiya di nêvbera gelê kurd û hemû gelên cîhanê de tenê daxwaz nakim, lê şert jî dibînim ji bo pêşerojeke geş a Kurdistanê.
Vêca ku ez li welatekî weke Holanda me, bextewarî ew e ku gelên cûrbicûr rastî min dibin heroj. Li vir tirk hene, mixrîbî (ereb) hene, sûrînam hene, kurd jî tabî hene. Herwisa di van dawiyan de, bi taybetî bi têketina Polonya ya nav Yekîtiya Ewropayê girseyek polonyayî belav bûne li rojavayê Ewropayê yani li Holandayê jî.
Li cîhê ku ez niha kar dikim, magazaya IKEA-yê jî çend polonyayî kar dikin. Peyama wan ji we re heye. Ew ji mûzîka kurdî, lê belê bi taybetî ji hunermendeke kurd a navdar hez dikin.
Bifermin:
Bixwîne...

















