Thursday, 7 August 2008

Lobiyekî Kurdistandost le Ewrupa

Zor kes basî giringî hebûnî lobiyekî Kurdistandost le Ewrupa da dekat. Ezîş l'ewe da legel ew zor kesane da hawram, çunke rastî ewey ke zorbey ew biriyare giringe siyasiyaney le wilatanî ewrupî da dedrên, derencamî ew guşaranen ke lobiyekan deyxene ser biriyarderekan, pêwîstî be lêkolînewey qûl bo lêtîgeyştinî niye. Belam têgeyştin l'ewey ke çon çonî lobiyek drust debê‌û duwatirêş ew hemû karîgeriyey leser hikumet u perlemanekan debê, basêke ke pêwîstî be têraman e.

Hêmin Ebdulla

Ji bo berdewamiya nivîsarê, pêl kin...


Lobiyekan zortir le encamî pêwîstîhebûnî girupêk bo parastinî berjewendiyekanî wilatêk, gelêk, kompaniyaiyek, partêk yan hendêk car yaneyekî werzişî‌sazdekirên. Karî ew lobiyaneş guşarixstinêkî dîplomatîk û zor car dîmokirasîyane ye bo ser nêwendekanî biriyar ta ew biriyaraney ke deyden le berjewendî ew girupane da bin ke lobiyekan‌ kariyan bo deken. Belam guşarsazkirdinîş karêkî asan niye, çunke zorcar hendê biriyarderî uriya û aza naçine jêr barî guşarekanewe. Boye lobî naçar in ke teniya pişt b'ew endamaneyan nebestin ke xoyan xizandote şuwêne hestiyarekanî nizîk le biriyarderekanewe. Belku le rêyî mêdiya û pêwendiye cemaweriyekanîşewe (Public Relations)‌kar le ray giştî biken, ke be bê ewey xoşiyan pêyî bizanin, bibin be hêzî guşar û beşêkî‌lobiyeke!

Le Ewrupa zor kompaniyay taybetî şîretkarî hen ke rêga b'ew girupane nîşandeden ke le hewlî sazkirdinî lobî dan. Ew kompaniyayane ke nadewletîn, ezmun û pisporêtî defroşin û eger zanîşiyan kiriyarêkî çakît xoşiyan lobîstî çakit bo debîninewe. Lobîstekanîş kariyan sazkirdinî lobî u dozînewey endamî nuwê‌debêt.

Min agam l'ew hewlane ye ke le Emrîka bo sazkirdinî lobiyekî hawşêwe bo Kurdistandostekan dedrêt, lê le ewrupa nembîstuwe ke hîç hewlêkî wa hebêt. Belam eger hat û rojêk le rojan Hikumetî Kurdistan yan her girup û partêkî wilatdost, bîrokeyekî uway kirde amanc û penay weber ew kompaniya şîretkarane bird, ba bîrî neçêt ke ew rastîaney xwareweyan sebaret be kurdanî ewrupa pêbilêt:

- Revendî kurdî le Ewrupa le ruwî jimarewe revendêkî çikole niye. Bo nimûne le elmaniya nizîkey milyonêk kurd dejîn. Le wilatanî dîkey ewrupîş herçende hêndey elmaniya kurd zor nîn, belam gelek kemtirîş nîn.

- Kurde ewrupiyekan hewldeden ke nasnamekeyan biparêzin û hendêcar karêkîş bo nasandinî dozekeyan biken. Bo nimûne suwêdinşînekaniyan twanîuiyane dewlet razîbiken ke piştîwaniyekî şiyawî bas le birewdan be kulturekeyan bikat. Le wilatanî dîkeş be sûdwergirtin lew yasayaney ke bo parastinî mafî kemînekan hen, kor û komelî kurdî, be hawkarî darayî ew dewletane dademezrên. Ew kor û komelaney ke eger rûdawêkî giring ruwîda, endamekaniyan ko dekenewe û leser şeqame nazdarekanî ewrupa da bedem rêpêwanewe hutafî dûbare buwewe dekêşin!

- Kurde ewrupiyekan parastinî ziman û ferhengî xoyan zor be l'awe giring e. Boyeş zoriyan pêyiyan çaktir e ke hemîşe, sereray nakokî ye zor û zebendekaniyan, be yektiriyewe serqal bin û rû l'ew diniyay dereweye neken ke reng e ewey ataturk neytwanî be tund û tîjî lêyiyan bistênê, ewan be dostayetî lêyiyan birfênin! Herboyeş‌eger beşêkî zoriyan paş salanêkî dûr û dirêj dû ristey rewan be zimanî wilatî duwemiyan nazanin û bo raperandinî karêkî sadeş kun be kun be duway wergêr û dostî zimanzan da degerên, nabê pêtan seyr bê!

- Turkekanî Ewrupa ke rikaberî serekî kurdan in l'ew şere dîplomasiye ayindeyiye da, roj be roj lobiyekaniyan behêztir deken. Ewan be helbijardinî dêmokirasiyane, endamekaniyan degeyenine perleman û deyanken be dengî karîger. Le mêdiyakanda nivîskarekaniyan debine sernûserî rojnaman û goşenûsî çak. Fîlm u mozîkiyan seyrîdekirê û qise û basî leser dekirê. Le beramberîşda kurdekan ke teniya le rêpêwankirdinda azan, ke rêpêwanêk sazbiken, girupêkiyan deçin û ewî dîke baykotî dekat. Ke ahengiyan kirdin zû zû deyken be şere çeqo û egerîş wîstiyan binûsin, ewe yan le Paltalk yanîş le malperêk da kat û uzey zêrîniyan be hêrîşkirdine ser yekdî be fîro deden!

- Kurdekanî Ewrupa, be hoy dûreperêziyanewe le civakî ewrupî ta iêstaş neyantwanîwe ew wêneyey ke debuwaye sebaret be dozekeyan le zeynî Ewrupiyan da biçespê bîxulqênin. zorbey ewrupî ke bîr le Kurdistan dekenewe, yan nawî pekekey le dewlet yaxîbuwiyan! Yan dête zeyn, yanîş delên: ewane daway dewletî xoyan deken u nayandenê.
Belam ke bîriyan bo nimûne be lay Rwanda da bçêt, ewe girte be girtey fîlmî 'Hotêl Rwanda'yan dête pêşçaw ke ektere rwandayiyekey nawî serincî hemû diniyaî be lay wilatekeyda rakêşa.

Zor be kurtî: eger xwastêkî rast hebêt, sazkirdinî lobî karêk‌niye ke nekirê. Belam amadekarî zor û pişûdrêjiyekî çakî dewêt.

Hêmin Ebdulla

Ev nivîsar berê di hejmareke kovara Rûdaw de derçûbû.

0 comments: