Rûdawnêt Sîdar Bengîn Epozdemir, Îzmîr - Ji sala 2006an pê ve rêxistina kurd a bi navê 'Tevgera Ziman û Perwerdeya Kurdî' (TZP-Kurdî) li Tirkiyeyê ji bo paşeroja zimanê kurdî û bi vê xebatê ji bo parastina nasnameya kurdî dixebite û çalakiyan li dar dixe. "Em perwerdeya girgîn (aktîv) dixwazin, lê mixabin ku dewlet ji vê yekê ditirse," Xecê Şen, yek ji damezrênerên rexistina TZP-Kurdî dibêje.
(reporteke min ku berê de di rojnameya Rûdaw de bi soranî û di malpera Rûdaw de bi kurmancî hat weshandin)
Rûdaw.net
Berdewamiya nûçeyê...
TZP-Kurdî rexistinek e ku mamosteyên zimanê kurdî perwerde dike, semînar, komcivîn û çendek xwepêşandan jî li dar dixe ji bo parastina zimanê kurdî ku bi metirsiya windabûnê ve rûbirû ye li Tirkiyeyê û bakurê Kurdistanê.
Wane
Xecê Şen yek ji damezrênerên rêxistinê ye û herwiha waneyên (dersên) zimanê kurdî jî dide ciwanên kurd; "Wane didim keç û xortên 18, 19, 20, 21 salî û bitementir. Demek berî min di polê de ji wan pirsî; ka gelo dizanin ez çima wane didim wan. Li ser bêdengbûna şagirtan min ji wan re qala giringiya parastina ziman û hebûna me kir. Piştre baş têgihiştin ka kêşeya me çî ye. Tekîldariyeke germ nîşan didin, ku ev jî sedema dilcoşiyê ye." Zimanê rojane Şen pê dide û qala kêşe û astengiyên li himber zimanê kurdî dike. Bo nimûne metirsiyeke mezin ew e ku zimanê kurdî ne zimanê rojane ye li bakurê welat e. Lê ji aliyekî dî her ku diçe ji sedema xurtbûna hesta bindestiyê û şêwazên nû ji bo pêdakirinê kurdî dîsa hebûneke xwe heye. Lê Şen li ser vê yekê dibêje: "Zimanê rojane tirkî ye. Heta tirkî be dê bişaftin û xwebişaftin hebe û zêdetir tesîra xwe bike li ser zimanê kurdî. Û bi têkçûyîna zimanê kurdî, mayîna nasnameya kurdî jî di bin metirsiyeke mezin de ye" Şen careke dî dubare dike.
Evînî
Li ser rewşa xwe ya kesî, Şen dibêje ew di hesreta evîneke kurd û kurdane de ye û hestên xwe wiha tîne ziman: "Carek min bi siyasetmedarekî naskirî li ser vê yekê gengeşiyekê kir. Min jê re qala evîniyê kir û min got "nabe evîndarê min bi kurdî nezanibe". Piştî ku siyasetmedar gote min "karê te dijwar e, tu nikarî yekî wisa ku bi dilê te ye jî bibînî". Min lê bersivand ku nexwe ez dixwazim heta dawiya temena xwe bi tenê bim".
Paşeroj
Ji qisetên Xece Şenê diyar dibe ku TZP-Kurdî plan û bernameyên xwe yên hêvîdar heye: "Em dixwazin akademiyeke zimanê kurdî damezrînin li Amedê. Ji bo lêkolîna ziman û wêjeya (edebiyata) kurdî. Herwisa em dixwazin mamoste bigihînin da ku ew jî şagirtan fêrî kurdî bikin". Şen herwisa dibêje ku rêxistina wê niha amadeyiya çalakiyeke mangirtina (greva) xwendekarên kurdên li dibistanên tirk dike. "Hefteya pêşîn a sala nû ya perwerdeyî, em ê zarokên xwe neşînin dibistanan. Hefteya duwem jî em ê li bajarên cuda-cuda xwepêşandan li dar bixin. "Reng e van xwepêşandanan dîsa tekîldariyeke mezin ji aliye gelê kurd bîbinin herweku di yekem xwepêşandana ji bo zimanê kurdî a di meha 6an a borî jî girseyek mezin bi beşdariya xwe piştgirî nîşan dabû.
Thursday, 25 September 2008
TZP Kurdî: Em perwerdeheke girgîn dixwazin
Labels:
cejna zimanê kurdî,
kurd,
kurdistan,
parastina zimanê kurdî,
tzp-kurdî,
xece shen,
ziman
Subscribe to:
Post Comments (Atom)














0 comments:
Post a Comment